Sozîngeh
çavekî
ser xatra
gulekê
dil dizîn..!
gulê jî,
xwe veşart
ji tirsa
tîşkekê..
bi xurtî
bikêşte
dîlana
xewnekê..!?
yemana dilî jî
gul û çav
bibin yar..!
lew revî,
xwe veşart
ji tirsa
tîrekê..
bi xurtî
bikete nîşana
maçekê..!?
maçeka nivistî
birjankên
zerîyekê şekirin..
çavên wê
xewra çûn,
xwe dîtin
nîçîrên leşkerê rêz bi rêz
amade dête pêş.!?
hawar kir!..
maç şiyar bû
bilind bû
şeyê xwe,
kire cam
evînî givaştê..
serbaz jî wek berfê..
yek yeke
tê xistin,
lêk badan
kef veda şeraba wê şevê..!?
zerî û maç
danîştin,
Binoşin,
serxatra rûdana wê gefê û
serketna bihûştî nav revê,
gef û rev,
dû pendbûn
çav û gul,
hûkirne
waneka bê dizî..!?
jê vexon
firmêskên sor û zer
pawan ken
sozeka bê xwezî..!?
Hewlêr 10/10/2008

Post a Comment
بۆچوونا خۆ بنڤیسه